• Sunday, 22 February 2026
logo

RÊXİSTİNÊN NAVDEWLETÎ – Bila Îran îdaman rawestîne

Gulan Media August 16, 2016 Nûçe
RÊXİSTİNÊN NAVDEWLETÎ – Bila Îran îdaman rawestîne
22 rêxistinên navdewletî ji Komara Îslamî ya Îranê daxwaz dikin ku girtiyan îdam neke.

Di nav mehekê de ji ber tomatên cuda 24 Kurd li Îranê hatine sêdaredan. 22 rêxistinên parastina mafên mirovan ên li ser asta cîhanê daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê dikin ku cezayê îdamê rabigre.

Rêxistinên navdewletî di daxuyaniya xwe ya hevpar de dibêjin, “Di nav mehekê de 24 Kurd ji ber hizra xwe ya siyasî, olî û mezhabî, bi awayek ne rewa û ne dadperwerî hatine sêdaredan.”

Li gorî daxuyaniyê beşek ji girtiyên îdamê di hucreyên trakekesî de, di bin îşkenceyê de îfadeya xwe dane, di dawiyê de jî bi tawana “dijitiya Xweda” bêyî li berçavgrtina ti prensîbek mafên mirovan, hatine îdamkirin.

Di beşek din ê daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Li gorî zanyariyên parêzvanên mafên mirovan, niha li zîndanên Îranê ji ber sedemên siyasî, baweriyên olî 915 kes hatine girtin û ji van 390 kes Kurd in.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatên endamê civata mafê mirovan a Neteweyên Yekgirtî tê kirin û tê xwestin ku ji bo ragirtina cezaya îdamê, guvaşê bixin ser rêveberiya Tahranê.

Rudaw
Top