Daxuyaniyek ji Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
peywendiyê bi Husên Elî Koçer bavê Wedat Husên kir û serxweşî û hevxemiya Serok Barzanî bi malbata wan hate ragihandin û dilniyayî kir ku ne mumkîne tawanekî wiha wenda bibê û mafê wan ji dest biçê û pêwîste bi zûtirîn demî tawanbar bêne peydakirin û sizayê yasayî ya xwe werbigrin.
Bi navê peydakirina kujer û tawanbaran da Serok Barzanî saziyên peywendîdaran raspardiye ku bi lez lêkolîneke hur li vê dozê de bikin û tawanbaran destgîr bikin û wan sizaya yasayî bidin.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
15.08.2016
