Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê teqîn: Herî kêm 15 çekdar hatin kuştin
Duh li devera Etmê li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, di nav otobûsekê de teqînek mezin qewimî.
Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye û nêzîkî opozîsyona Sûriyê ye, ragihand, ew teqîn êrişeke xwekujî bûye û di nav otobûsa ku çekdarên opozîsyona Sûriyê vediguhest, qewimiye.
Li gorî agahiyên wê saziya Sûrî, di wê bûyerê de herî kêm 15 çekdar hatine kuştin û 25 çekdar jî birîndar bûne.
Li gorî medyaya Tirkiyê, beşek ji birîndaran bo bajarê Reyhanli yê Tirkiyê hatine veguhestin. Devera Etmê ya Idlibê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê ye.
Basnews
