Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li parêzgehên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê bi kurtî li ser destkeft û serkeftinên serbaziyên hêzên Iraqiyan li Fellûce û parêzgeha Enbar û Nînowa û cihên din ji bo Serok Barzanî xisterû. Her wiha behsa proseya siyasî ya Iraqê û rêya li pêş aliyên siyasî ya ji bo çareserkirina giriftên li nav proseya siyasiya Iraqê nirxandin.
Her li vê kombûnê da tekez li ser hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Iraq û Hevpeymanan ya li operasyona azadkirina Musil û rêkkeftina li ser qonaxa piştî Da'îş kirin.
Rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê civînê bûn.
