• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji aliyê asayişa PYDê ve hat girtin

Gulan Media August 13, 2016 Nûçe
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji aliyê asayişa PYDê ve hat girtin
Asayîşa Qamişlo ya ser bi PYD'ê ve îro di saetên êvarî de Serokê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro û Berpirsê Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê Silêman Osê girtin.

Rêvebirê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl, li ser girtina herdu rayedarên ENKS'ê ji BasNûçe'yê re eşkere kir ku asayîşa PYD'ê ew girtine û ber bi cihekî nediyar ve birine.

Îsmaîl herwiha diyar kir ku heta niha ti agahî ji wan nehatiye stendin. Mihemed Îsmaîl di dirêjiya axaftina xwe de di derbarê sedema girtina rayader û êrişên li ser ENKS'ê got ku weke sedem tiştekî li holê tineye û wiha axivî: "ENKS di Rojavayê Kurdistanê de xwedî proje ye û bi bername û ruhekî netewî tevdigere. Herwiha di nava hevpeymana navdewletî de cih digire û ji bo xelkê kurd xebat dike. Ew jî ji vê rola ENKS'ê ditirsin û bi her cure zext û êrişan tên ser me."

Îsmaîl êrişên li dijî avahiyên partiyên di bin sîwana ENKS'ê de jî bibîr xistin û wiha axivî: "Beriya niha jî bi dehan caran êrişî avahiyên me kirin. Çend roj berê dîsa êrişî ofîsên PDKS û Partiya Yekitî kirin. Alîgir û asayîşa PYD'ê bi dijûnan êriş kirin. Em ji bo Kurdistanê kar dikin ew jî ji vê yekê ditirsin."

Basnews
Top