Ewnî: Rewşa navxweyî ya Kurdistanê proseya çaksaziya partî li paşxistiye
Derbarê vê yekê Endamê serkirdayetiya partî Dîmokratî Kurdistan(PDK)Elî Ewnî di daxuyaniyekê de taybet bo K24ê ragehand ku projeya çaksaziya Partî dê hinek barega û liq têkel bibin û hin berpirs jî dê werin guhertin, bo vê yekê 27 rapor bo çaksaziyê hatine pêşkêş kirin, ew rapor rêxistin, rêkxiraw, darayî, pêwendî û hemû navxweya partî li xwe digrin.
Derbarê bandora çaksaziya partî li ser rewşa navxweyiya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên ligel aliyên din yê Herêmê û Bexda û derve Ewnî wiha got: "Komîteyên pispor bo hemû babetan pêkhatiye ku karê xwe dike, herwiha berpirsên bilind yên partî û kesên şareza û pispor endamên wan komîteyan ne."
K24
