• Sunday, 22 February 2026
logo

Hevpeymaniya hêzên Iraqê: Hikûmet çavê xwe li tewanên dijî kurdan tê kirin digre

Gulan Media August 13, 2016 Nûçe
Hevpeymaniya hêzên Iraqê: Hikûmet çavê xwe li tewanên dijî kurdan tê kirin digre
Hevpeymaniya hêzên Iraqê, wezareta derve ya Iraqê bi çavê xwe girtina li wan tewanan tometbar dikin, ku li dijî gelê Kurdistanê û sunneyên Iraqê pêkhatine.

Îro 13.08.2016ê hevpeymaniya hêzên Iraqê, ku ji çend partî û aliyên sunne yên Iraqê pêkhatiye, beyanameyekî derxistin û di wê beyanameyê de ecêb mana xwe ya ji bo raporta wezareta derve ya Iraqê radigehînin, ku dibêje azadiya ramanê û olê li Iraqê heye.

Ew hêzên sunne di beyanameya xwe de behs dikin ku, wezareta derve ya Iraqê di raporta xwe de, tenê amaje bi tewanên rêxistina terorîst a DAIŞê kirine ku li dijî şîe yan û mesîhiyan ew tewan pêkhatiye, lê tewanên DAIŞê yên li dijî gelê kurd, sunne û kêmnetewên din çavê xwe jê re girtine û ji nedîtîve hatine.’’

Hevpeymaniya hêzên sunne radigehîne, ku DAIŞê ne li ser tu mezhebekiye û em hêvîdarin wezareta derve ya Iraqê amaje bi sunne bûna DAIŞê neke, ji ber tewanên DAIŞê hemû Iraq bê ku tu cudayiyê bike nav gel de pêkhatine.

Basnews
Top