• Sunday, 22 February 2026
logo

Îranê di nav 5 mehan de zêdetirî 50 kolber li ser sînor kuştiye!

Gulan Media August 12, 2016 Nûçe
Îranê di nav 5 mehan de zêdetirî 50 kolber li ser sînor kuştiye!
Hat ragihandin ku di heyama 5 mehan de 53 kolberên kurd li ser sînor ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Saziya Mafên Mirov a Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihandiye, ji Newroza îsal de heta niha herî kêm 53 kolberên kurd ên Rojhilatî li ser sînor ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye goitn ku heta niha ti kes li ser kuştina wan kolberan nehatine girtin yan jî rastî lêpirsînê nehatine.

Saziya Mafên Mirov a Kurdistanê diyar kiriye ku ew kolberên kurd ji ber belengazî û bêkariyê berê xwe dane sînor lê rastî êrişa hêzên Îranê hatine.

Dewleta Îranê nahêle malbatên kuştiyan serdana dadgehê jî bikin, hinek caran pereyê wê fîşeka ku kolber pê hatiye kuştin, ji malbata wî distînin!

basnews
Top