PDKÎ: Îran ji serxwebûna Kurdistanê aciz e lewma topan davêje
Îro artêşa Îranê devera Sîdekan a Kurdistana Başûr, bi hêceta hebûna pêşmergeyên Rojhilatî da ber topan. Topbaran heta niha jî didome.
Li ser topbarana Îranê, endamê Polîtburoya PDKÎ Mihemed Nezîf Qadirî ji BasNewsê re got, Îran ji referandom û serxwebûna Kurdistanê aciz e lewma li dû hêcetekê ye êrişî Kurdistanê bike.
Qadirî her wiha got, guman tê kirin ku Îran bi van êrişan bixwaze Pêşmerge li eniyên şer mijûl bike!
Basnews
