Îran Başûrê Kurdistanê topbaran dike
Peyamnêrê Rûdawê li Sîdekan Bextiya Qadir ragihand topxaneyên Îranê bi topan êrişî herêma Sîdekan a li ser sînorê Herêma Kurdistanê dike.
Peyamnerê me da zanîn Îran gundên Bêrkime, Berbizîn û Berawyan ên li sînorê bajarokê Sîdekanê topbaran dike.
Hat zanîn ku hêzên Îranê bi hêceta ku pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê li Îranê (PDK-Î) li herêma navborî hene, dide ber topan.
Welatiyên li herêmê ji gundên reviyana û çûne bajarokê Sîdekanê.
Piştî topbaranê agir pê bax û baxçeyên gundiyan ketiye.
Ji ber ku êriş hêj didome kes nikare here agir vemirine.
Herwiha peyamnerê Rûdawê Bextiya Qadir di dema rûmalkirina bûyerê de ji ling û çekên xwe ve birîndar bû.
Qadir ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Rudaw
