Hevpeymaniya Malikî: Bila Barzanî ji referandom û serxwebûn poşman bibe!
Komek endam û rayedarên hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê, daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine ji referandom û serxwebûna Kurdistanê poşman bibe û ji Iraqê cihê nebe.
Li ser vê yekê, rayedarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed ji BasNewsê re got, ewên ku vê yekê dibêjin mafên gelê Kurdistanê zeft kirin û kurd ji Iraqê bê par kirin vêca çawa dibêjin poşman bibin.
Mihemed Ehmed her wiha got, Iraqê piyê xwe daniye ser hemû rêkeftin û peymanekê vêca kurd dê çawa bikarin bi Iraqê re bimînin. Lewma neçar dimînin çareyek din ji xwe re bibînin. Êdî Iraqê kêrê wî nayê em lê vegerin.
Basnews
