Tirkmenên Herêma Kurdistanê li Tevgera Gorran nîgeranin
Îro 10.08.2016ê serokê lîsteya bereya Tirkmenan li parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berpirsên Tevgera Gorran êrîş dikine ser me û me tometbar dikin ku em ji aliyê PDKê ve li hember Gorran têne gurkirin. Lê ji bo çi armancekî wek Gorran dibêje PDK me li hember Gorran gurbike? Ne PDKê daxwazekî waha li me kiriye û ne jî em tiştekî waha qebûl dikin.’’
Aydin Merûf diyar kir: ‘’Daxuyaniyên waha di berjewendiya pêkvejiyan kurd û pêkhateyên cuda de nîne û nabe rê ji tiştên waha re bê dayîn. Lê ew êrîşên ser tirkmenan tên kirin, armanca wan; biryare gohertin di desteya serokatiya parlamentoya Kurdistanê de pêkbên û biryarek heye ku dervey ew aliyên ku naha di serokatiya parlamentoyê de ne, ew erk yan ji tirkmenan re bê dayîn yan jî, ji Yekgirtûya Îslamî re bê dayîn û ew êrîş jî, ji ber wê ne.’’
Basnews
