Demîrtaş bersiva Cemîl Bayik da: Em qebûl nakin PKK şer berfireh bike
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, li ser rewşa Tirkiye û Kurdistana Bakûr ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî. Demîrtaş li ser mîtînga 7ê Tebaxa ya ku li meydana Yenîkapi ya Stenbolê li dijî kûdetayê hat lidarxistin, got, eger gazî min kiriban ez nediçûm çimkî ew partiyên tevlî wê mîtîngê bibûn, têkiliyên hemiya bi rêxistina Gulen re hebû. Me daxwaza civîna lîderên partiyan kiribû lê kesî guh neda me. Vêca em dê çima tevlî mîtînga Yenîkapiyê bibana.
Selahedîn Demîrtaş rexneyên tûj li Erdogan jî girt û got, pêwîstiya Erdogan bi dijmin û dijberekî heye ew jî HDP ye. Ew zilam bêyî dijmin û neyar nikare bimîne!
Derheqê hêviyên aştiyê û çareseriyê de jî Demîrtaş got, eger Erdogan ji bo lihevhatinek bi rûmet amade be deriyê me her gav vekirî ye.
Hevserokê HDPê li hember daxuyaniya hevserokê KCKê Cemîl Bayik, ku gotibû “emê şer li nav bajaran berfireh bikin û tenê bi çiyê ve sînordar nahêlin” jî nerazîbûn nîşan da û got, em ne qebûl dikin ne jî tiştekî wisa dixwazin. PKK divê hêviyên aştiyê xurt bike ne şer.
Basnews
