HEŞDA ŞEIBÎ: Şîe ji bo Kurdan nabin metirsî
Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî duh li Helepçê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku piştî nemana DAIŞê, Şîe plan dikin ku êrîşê Kurdan bikin.
Berdevkê Heşda Şeebî Kerîm Nûrî ji Rûdawê re axivî û got, “Ew gotin hemû xeyal in û ti bingehek wan nîne. Şîe ji bo Kurdan nabin metirsî û Heşda Şeebî jî tenê şerê DAIŞê û komên terorîst dike.”
Nûrî diyar kir ku ew naxwaze bersiva Sengawî bide lê pêwîst dibîne gelê Kurd agahdar bike ku Heşdî Şeebî parêzerê serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ye.
Hêjayê gotinê ye ku Endamê Polîtbûroya YNKê Mehmûd Sengawî di axaftina xwe ya li Helepçeyê gotibû, “Baweriya ti aliyekê bi azadiya gelê me nayê. Ew Şîeyên li ber dilê me şêrîn bûn, niha bernameyan çêdikin da ku piştî nemana DAIŞê, êrîşê me bikin.”
Sengawî weke mînak jî gotinên fermandarek milîsê Şîe yê grupa Xorasan anîbû ziman û diyar kiribû ku wî efserî li Celewla (Gûlale) gotiye; şanazî dikim ku piştî nemana DAIŞê li dijî Kurdan şer bikim.
Rudaw
