• Sunday, 22 February 2026
logo

KERKÛK – Bîra petrolê hate teqandin

Gulan Media August 10, 2016 Nûçe
KERKÛK – Bîra petrolê hate teqandin
Li Kerkûkê, du bombeyên vedayî di bîreka petrolê de teqiyan û agir girte bîrê.

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand ku du bombeyên bi dest vedayî di bîra petrolê ya jimare 34 a li nahyeya Sergeran de teqiyane.

Qadir dazanîn ku di encama teqînê de agir girtiye bîrê û heta niha jî nehatiye kontrolkirin.

Bîra petrolê ya jimare 34 a li nahyeya Sergeran a ser bi bajarê Kerkûkê, nêzîkê Fewcê 5 a Lîwaya 1emîn a Hêzên Pêşmerge ye.

Hêjayê gotinê ye ku çekdarên DAIŞê hefteya borî jî bi rêya xwekujan êrîşê kêlgeha petrolê ya li gundê Bay Hesen kiribû û di encamê de kêlgeh şewitî bû.

Rudaw
Top