Li Mûsilê 10 rêveberên DAIŞê hatin kuştin
Li gor şaneya ragehandina şer di beyanameyê de belav kiriye, ew rêveberên rêxistina terorîst bi armanca kargehekî çêkirina bombeyan ve kombûne.
Şaneya ragehandinê ku ser bi fermandariya artêşa Iraqê ye, ameje bi vê kiriye ku balefirên şer ên Iraqê kargeh bombebaran kirine û li gel ew kargeh bi temamî hatiye wêran kirin, di encama bombebaranê de sê rêveberên Ereb û 7 rêveberên Çeçen ên DAIŞê hatine kuştin.
Li gor beyanameya şeneya ragehandina şer a Iraqê, ew kargeha ku li bajarê Mûsilê hatiye bombebaran kirin de 10 rêveberên DAIŞê hatine kuştin, ku yek ji kargehên herî mezin ê rêxistina terorîst bû û di wê kargehê de wesayîtên bombekirî dihatin amade kirin.
Basnews
