Parlamenterê Mehabadê: Bila Rûhanî sozên ku dabû kurdan, bicîh bîne
Parlamenterê kurd û nûnerê Mehabadê li Parlamentoya Îranê, Celal Mihemedzade di civîna îro ya parlamentoyê de axivî û got, divê hikûmet guh bide şîretên rêberê Îranê û pîvanên “aboriya berxwedanê” bîne cîh.
Celal Mihemedzade her wiha got, hinrek rexneyên min li ser serokomar hene lê nabe ti kes heqaretê li wî bike. Mihemedzade negot ka Rûhanî çawa û ji aliyê kê ve rastî heqaretê hatiye.
Wî parlamenterê kurd bang li Rûhanî kir ew sozên ku di hilbijartinan de bû kurdan, bicîh bîne.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, di dema hilbijartinên serokomariyê de gelek sozên mîna perwerdeya bi zimanê kurdî û îstixdamkirina kurdan di meqamên girîng de, dabû kurdan lê li gorî parlamenterên Rojhilatî û xelkê Kurdistana Rojhilat dibêjin, Rûhanî heta niha sozên xwe bicîh nehaniye.
Basnews
