• Sunday, 22 February 2026
logo

Holenda li sektora çandinyê alîkariya Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media August 10, 2016 Nûçe
Holenda li sektora çandinyê alîkariya Herêma Kurdistanê dike
Serokwezîrê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Sêşem 9-8-2016 pêşwaziya Mark Rutte Serokwezîrê Holenda û şandeka dîplomasî û leşkeriya pê re kir.

Serokwezîrê Holenda kêfxweşiya xwe jibo serdankirina Herêma Kurdistanê nîşanda û pêdagirî li ser berdewam bûna piştîvaniya welatê xwe jibo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê kir û pesna serketinên Pêşmerge li hember terorîstan da û amaje bi berfireh kirina meşq û rahênan û dabîn kirina pêwîstî jibo Pêşmerge kir.

Mark Rutte hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo pêşwazîkirin û dabînkirina cihên vehevyanê û xizmetkariyên pêwîst jibo gelek penaber û koçberên destî terorê giring nirxand. Her wiha got digel welatên din yên Ewrupa hewlê didin li warê mirovî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û hêvî xwest têkiliyên navbera Holenda û Herêma Kurdistanê berfirehtir bibin, bi taybetî li sektora çandinyê, ku Konsulxaneya Holenda li Hewlêrê dikare rola xwe jibo vê pirsê bilîze.

Seokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê û piştîvanî û alîkariyên mirovî û leşkeriyên Holenda jibo Herêma Kurdistanê kir û amaje bi pirsgirêkên Herêma Kurdistanê wek şerê DAIŞê û hebûna hijmareka zêdeya koçber û penaberan û qeyrana darayê kir, ku welatên dost dikarin alîkariya Herêma kurdistanê bikin jibo çareserkirina wan pirsgirêkan.


Nêçîrvan Barzanî derbarê operasiyona Musilê û beşdarî kirina Pêşmerge xuya kir pêşbînî dihê kirin ji ber vê operasyonê gelek koçber bihêne Herêma Kurdistanê, ku alîkarî kirina wan li dervey şiyan û karînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lewma divê civaka navdewletî, bi taybetî welatên dost alîkariyên xwe jibo Herêma Kurdistnanê zêdetir bikin. Her wiha amadeyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo pitir berfireh kirina têkiliyên du alî tevî Holenda li hemû waran nîşanda, bi taybetî li sektora çandinyê.

Derbarê têkilyên navbera Hewlêrê û Bexdayê jî, Serokwezîr xuya kir Herêma kurdistnê amade ye jibo çareserkirina pirsgirêkên digel Bexdayê bi rêya diaylog û danûstanê.

Her du aliyan her wiha behsa rewşa Rojhilata Navîn û hin babetên têkildar kirin.


Top