• Sunday, 22 February 2026
logo

Ronkirinek derbarê pirsa budceya nûneratiyên Hikûmeta Herêma kurdistanê li derve

Gulan Media August 9, 2016 Nûçe
Ronkirinek derbarê pirsa budceya nûneratiyên Hikûmeta Herêma kurdistanê li derve
Hemû aliyek haydarê kirîza darayî û sedem û bandorên wê ne li ser saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û bere yên şerê dijî DAIŞê û mûçe wergirên Herêma Kurdistanê. Fermangeha Têkiliyên Derve û neneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derve wek saziyên din yên hikûmetê di bin bandora qeyrana darayî dane.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo berfireh kirina têkiliyên xwe tevî civaka navdewletî, giringiyê dide kar û pêgehên nûneratiyên xwe li derve. Lewma demek e tevî Serokatiya Encumena Wezîran û Wezareta Darayî hewlên cidî hatine dan jibo vedîtina çareseriyekê jibo pirsa paşketina budceyên nûneratiyên hikûmetê li derve.

Li dema niha, divê em xwe tevî rewşa darayî ya hikûmetê biguncîn in, jibo vê yekê jî pêdaçûn bi pêkhatî û metodê karê nûneratiyan li welatan dihê kirin, ku li ser bingeha alîkarî û piştîvaniya welatan jibo Herêma Kurdistanê li warê siyasî û beşdarî kirin li şerê dijî DAIŞê û pêşkêş kirina alîkariyên mirovî jibo penaber û koçberan û bi deng hatin jibo alîkarî kirina Herêma kurdistanê jibo berhingarbûna qeyranan dibe.

Hevdem, em pêdagiriyê li ser vê yekê dikin ku niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê niyeta daxistina nûneratiyên xwe nine, lê eger pêwîst bike, belke guhertinan di pêkhatiya nûneratî û hijmara karmendan û cihê avahiyên nûneratiyan bike. Lê nûnerên hikûmetê li derve li ser postên xwe dimînin jibo rêvebirina kar û çalakiyan li derve, heya ew dema ku rewşa darayî ya hikûmetê baştir dibe.

Hevdem, em radigihînin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo bihêztir kirina têkiliyên xwe tevî civaka navdewletî dixwaze nûneratiyên din li derve veke, ji bilî vê yekê ku hijmarek welat hez dikin Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneratiyên xwe li wan welatan veke. Lê li dema baştirbûna rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û li gor qunax biryar li ser vê pirsê dihê dan.

Top