• Sunday, 22 February 2026
logo

Qamişlo dibe bajarê Ereban

Gulan Media August 9, 2016 Nûçe
Qamişlo dibe bajarê Ereban
Piştî teqîna Qamişlo diyardeya firotina malên Kurdan li wî bajarî zêde bûye û Kurd berê xwe didin koçberiyê.

Li gorî bazirganekî xaniyan ji bajêr, Kurd malên xwe difiroşin û Erebên Hesekê, Dêrazorê û Reqayê jî wan dikirin.

Bazirganê xaniyan ê bi navê Bavê Hozan dibêje, kesên ku qet behsa koçberiyê ne dikirin niha ew xaniyên xwe didin ber firotinê û berê xwe didin koçberiyê.

Herwiha welatî jî dibêjin ew naxazin malên xwe bidin Ereban lê ew neçar dibin bifroşin.

Li gorî çavdêr û şopînerên rewşa Qamişlo, rewşa demografiya bajêr gellekî hatiye guhartin û bazirganiya bajêr jî êdî ketiye destê Erebên ji parêzgehên Sûriyê li Qamişlo bicî bûne.

Piştî teqîna Qamişlo ya dawî jî, ku mezintirîn teqîn bû di zincîra teqînan de, metirsiyeke mezin heye û ku hejmara Kurdan li bajêr hîn kêmtir bibe.

Rudaw
Top