“Şîe plan dikin ku êrîşê Kurdan bikin!”
Mehmûd Sengawî îro (09-08-2016) li bajarê Helepçeyê beşdarê merasîma vekirina karên hunerî yê hunermend Xesro Caf bû û derbarê rewşa Kurdistanê û naveçeyê de axaftinek kir.
Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) derbarê helwesta Şîeyan a li hember gelê Kurd got:
“Baweriya ti aliyekê bi azadiya gelê me nayê. Ew Şîeyên li ber dilê me şêrîn bûn, niha bernameyan çêdikin da ku piştî nemana DAIŞê, êrîşê me bikin.”
Sengawî weke mînak jî gotinên fermandarek milîsê Şîe yê grupa Xorasan anî ziman û wiha pêde çû:
“Wî efserê gropa Xorasan li Celewla (Gûlale) ji me re got; şanazî dikim ku piştî nemana DAIŞê li dijî Kurdan şer bikim. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim, heger em hevgirtî nebin û yekdeng nebin, emê koçber bibin. Divê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo rêza xwîna şehîdên Helepçê û yê parçeyên din ên Kurdistanê, hev bigrin.”
Mehmûd Sengawî di berdewama axaftina xwe de balkêşa ser metirsiyên din ên li ser Kurdan û diyar kir ku eger Kurd hişyar nebin, dê weke sala 1975ê, hêzên herêmê li ser maseyê wan têkbibin û serokên Kurdan jî ji ber vê yekê weke xayîn bên dîtin.
Endamê Polîtbûroya YNKê got ku DAIŞ ji kevne Baasiyan pêk hatiye û her ew kes in ku berî bi cilên leşkerî yên artêşa Iraqê êrîşê Kurdan dikirin, niha jî di bin navê ol de heman karî dikin.
Sengawî behsa ciwanên ku ji Helepçeyê diçin nav DAIŞê jî kir û daxuyand ku ew di bin navê ol de tên xapandin û diçin alîkariya dijminê gelê xwe dikin.
Rudaw
