• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK daxwaza avakirina encûmenekî leşkerî û siyasî li YNKê û Gorran dike

Gulan Media August 9, 2016 Nûçe
PKK daxwaza avakirina encûmenekî leşkerî û siyasî li YNKê û Gorran dike
Di pêvajoya sê alî ya li Qendîlê de, rêveberiya PKKê pêşneyar ji YNKê û Gorran re kiriye ku, encûmenekî hevbeş a leşkerî û siyasî di navbera her sê aliyan de bê pêkanîn.

Çavkaniyekî agahdar ji rojnameya Bas re ragehand, di dawiya meha Tîrmehê de, şandekî hevbeş a YNKê û Gorran di serokatiya endamê desteya polîtburoya Hakim Qadir Hemecan û berpirsê odeya lêkolînên yasayî yê Tevgera Gorran Dr. Îsmaîl serdana Qendîlê kirine û li gel berpirsên PKKê civiyane û li ser hemahengî û pêşdebirina peyvendiyên xwe gotûbêj kirine.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, rêveberiya PKKê di civînê de, pêşneyara avakirina encûmenekî hevbeş a leşkerî û siyasî kiriye, ku di navber Gorran, YNK û PKKê de pêkbê.

Ev hewldane di demekê de ye ku rêxistinên PKKê li navçeyên Silêmaniyê, Ranya û Pişderê çalakiyên xwe berfireh kirine û bi awayekî kar dikin ku, gelek zarok û xortên li herêmê ji bo karê çekdarî birine çiya û herwaha li hin xalên sînorî de gumrik verdigrin.

Li gor çavkaniyên çapemeniyê û wekî ku berê rojnameya Bas jî belav kiribû, hikûmeta Tirkiyê çend caran YNK hişyar kiriye, ku peyvendiyên YNK û PKKê li ser bingehê dijminayiya Tirkiyê nebe.

Bi wan zanyariyan ve girêdayî hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdula, ku baskekî PKKê ye û li Silêmaniyê pir çalake, ji rojnameya Bas re diyar kir, PKK ji rêkeftina Gorran û YNKê kêfxweşe û got: ‘’YNK û PKK xwedî hêzên leşkerî yên cuda ne û nêzîkbûnên wan ji hev re heya û dikare encûmena leşkerî ya hevbeş di navbera wan de hebe û rêveberiya PKKê jî, ji vê kêfxweşe ku YNKê û Gorran rêkeftinek pêkanîn.’’

Herwaha got ew kêfxweşin encûmena siyasî û leşkerî di navbera YNKê, Gorran û PKKê de bê pêkanîn û got: ‘’Ji bo rêkxistina navmala kurd û pêkanîna wê encûmenê tiştê bikeve ser me emê bikin.

Hevserokê Tevgera Azadiyê diyar kir, pêwîst dibînin çawa YNKê û Gorran li gel yek rêkeftinek ava kirin, her dû alî jî bikarin rêkeftinekî hevbeş li gel PKKê pêkbînin.

Herwaha got: ‘’Ji bo kurd a giring rêveberiyekî hevbeş di navbera YNKê, Gorran û PKKê de bê pêkanîne û bi taybet jî, ji aliyê leşkerî ve.

Berî naha jî çend carekan û ji ber çend sedeman berpirsên wezareta Pêşmerge ragehandin, tenê hêzên Pêşmerge hêzên leşkerî yê Kurdistanê ye û take hêza ku hatî naskirine û hêzên dervey wezareta Pêşmerge em nanasin.

Endamê rêveberê YNKê Rehberî Seyîd Brahîm diyar kir, tu zanyariyek di derbarê serdanê û pêşneyarên rêveberiya PKKê yên ji bo YNKê tuneye.

Herwaha ew rêveberê YNKê diyar kir, di pêvajoya naha de li gel YNKê rêkxistina navmala Kurdistanê û durxistina milmilaneyan pir giring e.

Lê endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji rojnameya Bas re ragehand, ew dijî her encûmenekî leşkerî yê hevbeş ku dijî hêzên Kurdistanê ava bibene û got: ‘’Damezrandina encûmenekî hevbeş ê leşkerî beramber hêzên Kurdistanê karekî xirabe û emê dijî rawestin.’’

Herwaha berpirsê buroya peyvendiyên Kurdistanê û Iraqê yê PDKê Ehmed Kanî di hevpeyvînî berê yê rojnameya Bas re ragehandibû: ‘’Gorran û PKK mijûlin li herêma Pişder, Ranye û Qeladizê û Germiyanê tiştekî bikin, ku pêgeha YNKê li herêmê lawaz be.’’ Lê ew daxuyanî berî rêkeftina siyasî ya Gorran û YNKê bû.

Basnews
Top