• Sunday, 22 February 2026
logo

Eger dewleta Tirkiyê û PKK bixwazin, Barzanî dikare navbijîwaniyê bike

Gulan Media August 9, 2016 Nûçe
Eger dewleta Tirkiyê û PKK bixwazin, Barzanî dikare navbijîwaniyê bike
Piştî hewla kodetaya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê rewş bo destpêkirina pêvajoya aştiyê guncav bûye. Herwiha hinek siyasetmedar û çavêdrên Kurd jî dibêjin, eger dewleta Tirkiyê û PKK bixwazin, Barzanî dikare rolek mezin di destpêkirina pêvajoya aştiyê de hebe.

Roja 7ê Tebaxê li Yenîkapi ya bajarê Stenbolê li dijî kodetayê ´Mîtînga Demokrasiyê û Şehîdan´ hat lidarxistin. Tê de Serokomarê Tirkiyê, serokên AK Partî, CHP û MHPê jî amade bûn.

Partiya Demokrataîk a Gelan (HDP) a ku di roja yekem de li dijî hewla kodetayê helwêsta xwe nîşan da, bo mîtînga Stenbolê nehat vexwendin. Herwiha derheqê Kurdan de peyamên ku di mîtîngê de hatin dayîn jî ketin ber tîra rexneyên siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê.

Li gor gellek çavdêrên siyasî û siyasetmedaran jî piştî hewla kodetaya 15ê Tîrmehê şert û merc kemilîne ku careke din pêvajo çareseriya kêşeya Kurd bê destpêkirin. Herwiha Herêma Kurdistanê jî di pêvajoya nû de dikare xwediyê roleke erênî û mezin be.

Di mîtîngên li dijî kodetaya leşkerî de dawet nekirina Partiya Demokratîk a Gelan HDPê pirsa ku gelo ´Kurd ji siyaseta legal û parlamentoya Tirkiyê tên dûrxistin´ xist rojevê.

Digel ku HDP li Parlamentoya Tirkiyê partiya sêyem e jî, lê belê bo beşdarbûn di mîtînga li Yenîkapî ya Stenbolê nehat vexwendin. Peyamên ku di wê mîtîngê de hatine dayîn jî partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê bêzar kirine. Li gor siyasetmedarên Kurd, hişmendiya heyî ya siyasetmedarên dewleta Tirkiyê dûrî çareseriya kêşeya Kurd e.

Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê Mûstafa Ozçelîk di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de mîtînga Stenbolê û beşdarnebûna Kurdan di mîtîngê de nirxand û derbarê rewşa piştî mîtîngê de wiha got:

"Eger hişmendiya dewleta Tirkiyê hişmendiya Yenîkapiyê be, ku hişmendiya Kurdan jî li aliyekî pêdagir bin di berdewamiya pêvajoya şerî de û li aliyê din jî bêje ku ´Em ti sitatûyek naxwazin, em komara demokratîk û netewa demokratîk dixwazin û Tirkiye welatê hevbeş e û ala Tirkiyê hevbeş e´ ger hişmendî ev be, dê ji ti hevdîtinekê ti çareserî dernekeve."

Li gor gellek çavdêrên siyasî û siyasetmedaran ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê niha şert û merc guncav in.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî li ser heman mijarê ji Rûdawê re ragihand:

"Darbe ya 15ê Tîrmehê bû sedem ku civaka Kurd û Tirk û aliyên din li hemberî kodetayê bibin yek. Vê yekê zemîneyek çêkir û rê xweş kir ku Tirkiye li ser vê bingehê kêşeyên xwe yên din jî çareser bike. Tirkiye di rewşa heyî de dikare li ser vê bingehê kêşeya Kurd, kêşeya Elewiyan, kêşeya demokrasiyê û kêşeyên din jî çareser bike."

Di destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya borî de rêveberên Herêma Kurdistanê xwediyê bandoreke mezin û erênî bûn. Hinek siyasetmedarên Kurd jî diyar dikin ku ger PKK û dewleta Tirkiyê ji bo pêvajoya nû amade bin, dê Herêma Kurdistanê dîsa rêxweşkir be.

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bûcak li ser egera destpêkirina pêvajoya aştiyê û rola Başûrê Kurdistanê di pêvajoya de ji Rûdawê re wiha axivî:

"Bandora cenabê Serok Mesûd Barzanî Serokê Serokê Herêma Kurdistanê di berê de li ser pêvajoyê hebû. Niha jî ger herdu alî bixwazin û amade bin li hev rûnin, dê bandora Serok Barzanî dîsan bi awayekî erênî û pozîtîv li ser pêvajoyê çêbibe."

Pêvajoya çareseriyê ya ku di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de berdewam dikir di dawiya Tîrmeha sala 2015an de têk çû û careke din şer û pevçûnan dest pê kir.

Rudaw
Top