• Sunday, 22 February 2026
logo

Ubêdî: Bo rizgarkirina Mûsilê pêwîstîya wan bi pêşmerge heye

Gulan Media August 8, 2016 Nûçe
Ubêdî: Bo rizgarkirina Mûsilê pêwîstîya wan bi pêşmerge heye
Wezîrê bergirîya Îraqê ragîhand; bo rizgarkirina Mûsilê, hikûmeta Îraqê pêdvî bi alîkarîya herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge ye.

Xalid Ubêdî wezîrê bergirîya Îraqê, îro bi serokayetîya şandeka serbazî, gihişte Mexmûrê û di prês konfiransekê da ragîhand; supayê Îraqê bo rizgarkirina Mûsilê, pêdvî bi alîkarîya herêma Kurdistanê ye, bo vê yekê jî Mesûd Barzanî serokê herêmê, amadeyîya hêzên pêşmerge bo her hemahengîyeka serbazî digel supayî Îraqê nîşandaye.

Ubêdî behsa operasyona supa li derdora Mûsilê kir û got: heta niha hêzên wan 16 gund kontrol kirine û pêşveçûnên wan jî bi arasteya senterê bajar berdewamin.

War.tv
Top