• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî bo Newşîrwan Mistefa: Bibe serokê şanda Kurd

Gulan Media August 8, 2016 Nûçe
Barzanî bo Newşîrwan Mistefa: Bibe serokê şanda Kurd
Hate zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji pêşniyar kiriye ku Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa bibe serokê şanda Kurd û li gel Bexdayê mijara “Serxwebûna Kurdistanê” gotûbêj bike.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên weke nûnerê Mesûd Barzanî, di nava vê hefteyê de dest bi danûstandinên gera duwem dike.

Biryare di vê çarçoveyê de Husên li Silêmaniyê careke din li gel Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa û Endama Polîtbûroya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed, bicive.

Li gor agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên pilebilind ê Goran wergirtiye, di hevdîtinên beriya niha de Mesûd Barzanî bi rêya Fûad Husên ji Newşîrwan Mistefa re pêşniyar kiriye ku bibe serokê şanda Kurd û li gel rêveberiya Bexdayê mijara serxwebûna Başûrê Kurdistanê gotûbêj bike.

Çavkaniyên Goran dibêjin di navbera aliyan de hê jî pirsgirêka baweriyê çareser nebûye lê navbera Barzanî û Mistefa asayî bûye. Herwiha tê hêvîkirin ku serdana vê carê yê Fûad Husên asta baweriyê zêdetir bike.

Ji aliyê din ve endamekî polîtbûroya PDKê jî diyar kir ku geşedanên li herêmê pir bi lez in û mijara operasyona Mûsilê û jinavbirina DAIŞê di rojevê de ye. Lewma divê Kurd ji bo hemû pêşketinana amade bin.

Navborî daxuyand ku divê Kurd bi şandek bi hêz ê danûstaninan here Bexdayê lê beriya wê jî pêwîste Kurd nav mala xwe birêbixin. Herwiha destnîşan kir ku weke PDK ew amadene ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinên gera yekem de Husên ji aliyan re gotibû ku pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê ne ew hinde mezin in û dikarin bi danûstandinan bêne çareserkirin. Herwiha aliyan jî piştgiriya destpêkirina diyalogan nîşan dabûn.

Hêviyên çareseriyê zêde bûne

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên roja 7ê Tebaxê li gel Sekreterê Giştî yê Yekgitûya Îslamî ya Kurdistanê Selahadîn Bahadîn civiya.

Endamê Serkirdetiya Yekgirtû Mihemed Ehmed derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got:

“Dr Fûad Husên derbarê gera yekem a hevdîtinan de geşbîniya xwe anî ziman. Yekgirtû jî ji vê geşbîniyê dilxweş e. Ji ber ku Yekgirtû jî ev demeke hewl didi di navbera aliyan de lihevkirin çebibe da ku pirsgirêk bên çareserkirin.”

Mhemmed Ehmed herwiha diyar kir ku di vê pêvajoyê de ya giring ew e ku nêrîna hemû aliyan li ser rêkeftineke nû bê girtin.

YNK li ser pêşniyara PDK bûye du beş

Dr. Fûad Husên di gera yekem a hevdîtinan de ji bo çareserkirina pirsgirêka parlamentoyê pêşniyara “Bila YNK serokatiya parlamentoyê bigre” pêşkeş kiribû. Lê di nava YNKê de li ser vê pêşniyarê du nêrînên cuda hene.

Endamekê Polîtbûroya YNKê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Rûdawê re got:

“Nabe ku YNK kursiya serokatiya parlamentoya Kurdistanê qebûl bike. Ji ber ku li gor vê pêşniyarê dê cîgirek din ji bo serokwezîr bê diyarkirin. Wê demê jî desthilata kak Qûbat kêm dibe.”
Navborî herwiha ragihand ku Mele Bextiyar û çend endamek din ê polîtbûroya YNKê ji bo deriyek ji çareseriyê re vebe, bi erênî nêzîkê vê pêşniyarê dibin.

Ji aliyê din ve Endamê Polîtbûroya YNKê Ednan Miftî ji Rûdawê re got ku hê jî wan li ser vê pêşniyara PDKê nêrîna xwe ya dawî negotiye û wiha axivî:

“PDKê pêşniyara xwe pêşkeş kir. Lê ev nêrînek e û me hê jî li ser neaxiviye. YNKê axaftina xwe ya dawî negotiye.”

Miftî derbarê hevdîtinên Fûad Husên de jî got:

“Wate hêviyek heye ji bo çareseriyê. Ji ber ku ev danûstandin xalên hevbeş jî zêdetir dike.”

Rudaw
Top