Li nexweşxaneyeka Pakistanê teqîn; 30 kes mirin
Polîsê Pakîstanê eşkere kir ku roja 8ê Tebaxê danê sibê, li nexweşxaneya dewletê ya bajarê Kuetta ya herêma Belûcîstana Pakîstanê teqînek pêk hatiye û di encamê de 30 kes hatine kuştin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Belûcîstanê Ekber Harîfal ragihand ku di dema teqînê de hejmarek zêde yê parêzer û rojnamevan ji bo hevxemiya li gel Serokê Sendîkaya Parêzerên Belûcîstanê, li nexweşxaneyê amade bûne.
Harîfal ev êrîş weke kêmasiyek mezin ê hêzên ewlekariyê binav kir û daxwaza lêkolînek lezgîn kir.
Serokê Sendîkaya Parêzerên Belûcîstanê di encama êrîşekê çekdarî de hatibû kuştin.
Polîsê Pakîstanê jî dazanîn ku piraniya qurbaniyan parêzer û rojnamevan in.
Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.
Rudaw
