ROJAVA – Kurd Hesekê vala dikin!
Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ratsî proseya guhertina demografiyê hatiye û nifîsa Kurdan li vî bajêrî pir kêm bûye. Niha ne tenê niştecên Hesekê, belku pirraniya bazirgan û firoşkarên bajêr jî bûne Ereb û Kurd tenê rêjeyeke biçûk a bajêr pêk tînin.
Erebên ku li Hesekê bi cih bûne, pirranî ji Reqa û Dêrezorê hatine. Taxên ku berê hemû Kurd bûn, niha ketine ber pêla erebkirinê û roj bi roj kurd li wan taxan jî kêm dibin.
Çavdêr sedemên vê yekê vedigerînin ser rewşa ewlehî û aboriyê. Hatina erebên Dêrazor û Reqayê jî hiştiye ku piraniya firoşkarên bajêr ereb bin.
Çavdêrekî kurd ji bajarê Hesekê amarên tirsnak nîşan dide û dibêje eger rewş wiha berdewam bibe dê rêjeya kurdan li bajêr bigihîje 5%.
Welatiyekî Kurd dibêje ku pirraniya ciwanên Kurd der bi der bûne û taxên ku berê bi giştî kurdnişîn bûn, niha ketina ber pêla erebkirinê.
Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û derketina şerê bi DAIŞê re, pêla koçberiya kurdan ji Rojavayê Kurdistanê zêde bûye.
Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku aliyê siyasî yê sereke li derveyî Rêveberiya Xweser e, dibêje ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi biryar û kiryarên xwe, Rojavayê Kurdistanê ji kurdan vala dike.
PYD jî tiliya tohmetê berve ENKSê dibe û dibêje ku ew xelkê Rojavayê Kurdistanê bi ser koçberiyê ve han dide.
Rudaw
