• Sunday, 22 February 2026
logo

Usame Nucêfî: Tirkiye û Iraq li ser PKKê civiyane

Gulan Media August 8, 2016 Nûçe
Usame Nucêfî: Tirkiye û Iraq li ser PKKê civiyane
Siyasetmedarekî sunnî yê Iraqî dibêje, Tirkiye û Iraq li welatekî Ewropî li ser PKKê civiyane!

Serokê hevpeymaniya sunnî ya Mutehîdûn a Iraqê, Usame Nucêfî ji rojnameya Şerq El Ewsret re gotiye, rayedarên Tirkiye û Iraqê bi awayekî veşartî li ser çalakiyên PKKê yên li Iraq û Kurdistana Başûr civiyane.

Usame Nucêfî, ku dorekî serokê parlamentoya Iraqî jî bû, daye zanîn ku rayedarên Enqere û Bexdayê carekî li Îtalya û carekî jî li Stenbolê civiyane.

Wî siyasetmedarê sunnî yê Iraqî her wiha gotiye ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji wî re piştrast kiriye ku rayedarên Tirkiye û Iraqê li hev rûniştine û gotiye, ew civîn erenî bûne.

Basnews
Top