• Sunday, 22 February 2026
logo

Yuksekdag: Bêyî Kurdan li Tirkiyê rewş nayê çareserkirin

Gulan Media August 7, 2016 Nûçe
Yuksekdag: Bêyî Kurdan li Tirkiyê rewş nayê çareserkirin
Hevserokê HDPê derbarê dûrxistina partiya wan ji beşdarîkirina di mîtînga Stanbolê de radigihîne, bêyî Kurdan li Tirkiyê rewş nayê çareserkirin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag li bajarê Mêrsînê di civîna partiya xwe de derbarê dûrxistina partiya wan ji beşdarîkirina di mîtînga Stanbolê de ragihand, her sê aliyên siyasî yên li Tirkiyê APK, CHP û MHP li dijî Kurdan hevalbendiyeke nijadperest ava kirine û HDP piştguh kirine.

Yuksekdag ragihand jî, armanca avakirina wê wê hevalbendiyê di navbera sê aliyên din de, dûrxistina HDPê ji proseya siyasî ya li Tirkiyê de ye.

Li Stanbolê li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan mîtîngek birêve diçe, herwiha herdu partiyên opozîsyonê CHP û MHPê beşdar dibin. Lê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo beşdarîkirin di mîtîngê de nehat vexwandin.

K24
Top