Îranê pisporekî etomî yê kurd îdam kir!
Duh hat ragihandin ku pisporê îranî yê bi navê Şehram Emîrî bi awayekî veşartî hatiye îdamkirin. Malbata wî jî ew bûyer piştrast kiribû.
Li gorî hinek malper û çavkaniyên Rojhilatî, Şehram Emîrî li bajarê Kirmaşanê yê Kurdistana Rojhilat ji dayîk bibû û kurdekî şîe bû.
Çi hatibû serê Şehram Emîrî?
Şehram Emîrî Gûlana 2009ê ji bona hecê çûbû Erebistanê, li wir nişkave wenda bibû lê paşê derket holê ku çûye Amerîkayê.
Îranê, CIA bi wê tohmetbar kir ku Emîrî revandine lê Amerîka ev tohmet red kir. Dihat gotin ku Emîrî li Amerîka mafê penaberiyê wergirtiye lê Emîrî piştî nêzîkî salekê vegeriya Îranê.
Di dema vegera Emîrî de hejmarek berpirsên Îranî li firokexaneyê pêşwaziya wî kirin, gul avêtin stûyê wî. Lê piştî demek kurt Emîrî hat girtin.
Piştî ku 20 mehan di girtîgehê de ma, ji aliyê dageha Îranê ve 10 sal cezayê zîndanê jê re hat birîn û ew sirgûnî eyaleta Belûçistanê kirin.
Ji wê demê ve roja ku hat îdamkirin, ti xeber jê nebû lê malbata wî ragihand ku Şehram Emîrî 3ê Tebaxa îsal li cihekî veşartî hatiye îdamkirin û cenazeyê wî jî şandine Kirmaşanê.
Heta niha nayê zanîn Emîr çima hatiye îdamkirin û ti daxuyaniyek fermî jî li ser vê yekê nehatiye dayîn.
Basnews
