• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan eşkere kir çima HDP venexwandiye wê mîtîngê

Gulan Media August 7, 2016 Nûçe
Erdogan eşkere kir çima HDP venexwandiye wê mîtîngê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan sebeba wê yekê ku çima HDP venexwandiye mîtînga kûdetayê, eşkere kir.

Îro li meydana Yenîkapi ya bajarê Stenbolê û li ser fermana Erdogan, dê mîtîngek li dijî kûdetaya 15ê Tîrmeha îsal were lidarxistin.

Di mîtînga îro de ku navê wê “Mîtînga Demokrasiyê” ye, AKP û CHP û MHP beşdar dibin lê HDP nehatiye vexwendin ji ber wê jî rayedar û alîgirên HDPê tevlî wê mîtîngê nabin.

Erdogan, sebeba wê yekê ku çima HDPê bo wê mîtîngê nehatiye vexwandin, eşkere kir û got, “PKK û rêxistina Gulen ji hev cuda nînin. Yên ku bi wê rêxistinê (qesta wî PKK ye) re hevkariyê bikin, ez gazî wan nakim. Eger ez gazî wan bikim ez nikarim cihaba şehîd û birîndaran bidim.”

Basnews
Top