• Sunday, 22 February 2026
logo

Karwanê çare yê frokeyên F16 dê bighêjin Îraqê

Gulan Media August 6, 2016 Nûçe
Karwanê çare yê frokeyên F16 dê bighêjin Îraqê
Wezareta bergirîya Îraqê ragehand; çaverêye di heftîya bê da, çarem karwanê frokeyên F16 ,ku ji çar frokeyan pêk tê, Amerîka radestî Îraqê bike.

Di beyanekê da, wezareta bergirîya Îraqê dîyar kirîye, ku di çarçûvê rêkevtina Îraqê digel Amerîka da, çaverêye di heftîya bê da, karwanê çarê yê frokeyên F16, ku ji çar frokeyan pêk tê, ji Amerîka bighêje Îraqê û ew froke, dê pişikdarî şerê dijî Daişê bin.

Pêştir li meha xezîrana îsal, Amerîka sêyem karwanê frokeyên F16 ku ji çar frokeyan pêk hatibû, radestî hikûmeta Îraqê kiribû û niha ew froke li deverên cudayên Îraqê pişikdarîyê di şerê dijî Daişê da, dikin.

War.tv
Top