Wezîrê Derve yê Elmanya: Tirkiyê nabe endama YE!
Frank Walter di kongireyekî rojnamnevandî got: “Pêwendiyên Tirkiyê û Elmanya heta astekê gelekî xirabin, ev yek jî ziyanê dighîne herdu welatan, lewma bi rijdaî hewlididim ku ji nêzk ve û rasterast gotûbêjan ligel Tirkiyê bikim, tev ku ev yek zehmete jî.”
Di beşekî din ji axafrina xwe de got: “Tirkiyê dixwaze vîza YE ji ser welatiyên xwe ve rake, herwiha dixwaze bibe endam di YE, ev daxwazî jî pêwîstî gotûbêjên ji nêzîk ve ye.”
Got jî: “Bi nerîna min herdu daxwazên Tirkyê jî wê pêkneyên û Tirkiyê nabe endama YE.”
Navborî herwiha ragehand: “Berî çend salan Tirkiyê sizaya bidarvekirinê nehiştibû, lewma gotûbêj ligel wê dihatin kirin, heger niha Tirkiyê bixwaze careke din sizaya bidarvekirinê pêkbîne, wê demê Tirkiyê bi ti şêweyê nabe endama YE.”
Basnews
