Derbarê kuştina 2 polîsan dozgerek û dadwerek hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Xizmetê ku Rêbertiya wê Fetullah Gûlen dike dadgerê doza 2 polîsên ku piştî teqîna pirsûsê li navçeya Serekaniya Rihayê hatibûn kuştin Nurettîn Bulut hate girtin.
Herwiha dozgerê wê dozê Mehmet Kivanç Kilsizoglu jî bi hinceta lêkolînên xwe yên li ser kuştina 2 polîan baş nekiriye hate girtin.
Sala par li navçeya Pirsûsê teqînek rû da û 34 kes canê xwe ji dest dan. Piştre li navçeya Serekaniyê 2 polîs hatin kuştin. Piştî van her du bûyeran li Tirkiyê pêvajoya aşitiyê têk çû şerek dijwar destpêkir.
PKK diyar kiribû ku ew 2 polîs ji aliyê hêzên wan ên fermî ve nehatine kuştin.
K24
