Serokê Civata Başîk: Em daxwazê ji Barzanî dikin Başîk jî wek Şingalê rizgarbike
Îro 6 Tebaxê du sal di ser dagîrkirina DAIŞê ji Başîk re derbasdibin, bi vê boneyê Dasin Qewal Silêman ji BasNews re ragehand:“Em daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku, plana rizgarkieina Başîk û Behzanê dane û bi xwe serperiştiya wê bike, wek qeza Şingalê, jiber çendî DAIŞê li Başîk û Behzanê bimîne ewqasî ziyan dighê malên welatiyan.”
Serokê Civata Nahiyeya Başîk got jî: “Çekdarên DAIŞê hemû dam û dezgehên hikûmî rûxandine, jibilî rûxandin mal û mulkên welatiyan, heger niha Başîk û Behzanê rizgar jî bibin, welatî nikarin di demek zûde vegerin.”
Herwiha got: “Ev du salin welatiyên Başîk û Behzanê di kampan rastî gelek nexweşiyên derûnî û çesetyî bûne û gelek ziyan giheştiye wan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe hewldide ku alîkariya van koçberan bike, lêbelê Hikûmeta Iraqê yek pêngav jî jibo koçberan nekiriye.”
Basnews
