“Şeva kûdetaya leşkerî PKKê dixwest ji Kobanê derbasî Bakur bibe”
Farûq Çelîk di hevdîtinekê de ligel rojnameya Huriyet behsa hewldanên PKKê di şeva kûdetayê de kir û diyarkir ku, heger kûdeta biserketiba PKKê wê ji Kobnê derbasî Bakur biba “Jibo vê yekê PKKê amdekariyên baş kiribû jibo ku bi dizî derbasî Bakur bibe û bigre, lê bi mercê heger kûdeta biserkeve.”
Herwiha got: “Zaniyariyê derbarê vê yekê hemû rastin, wan bi başî xwe jibo wê rojê amadekiribûn.”
Behsa wê yekê jî dike ku, di dema bê de wê hemû rastî werin eşkere kirin, aya PKKê dixwest bakur bigre heger kudetaya leşkerî serbiketa? Yan jî kesên ku pêwendî ligel Qubrs kiribûn çi armanca wan bû? Wê hemû tişt were eşkere kirin.
basnews
