• Sunday, 22 February 2026
logo

DAIŞê hemû tapoyên Mûsilê şewitandin

Gulan Media August 6, 2016 Nûçe
DAIŞê hemû tapoyên Mûsilê şewitandin
DAIŞê hemû tapo û belgenameyên erd, mal û mulkên xelkê yên li Mûsilê şewitandin.

Li gorî zanyariyan, rêxistina DAIŞê tapo û belgenameyên nû bo mulk û malên sînorê desthilatdariya xwe çêkiriye.

Piştî çêkirina wan tapo û belgenameyan, DAIŞê hemû tapo û belgenameyên erdê, xanî û mulk û malên xelkê yên li bajarê Mûsilê şewitandin.

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Rêxistina DAIŞê li bajarê Mûsilê bi darê zorê hemû tapo û belgenameyên mulk û malên xelkê yên serdema Hikûmeta Iraqê kom kir û ji wan stand û piştre ew hemû belge şewitandin.”

Seîd Memozînî got: “DAIŞê li cihê belgenameyên pêştir ên Hikûmeta Iraqê, tapo û belgenameyên nû ku nîşana Dewleta Îslamî (DAIŞ) pê ve ye, daye xelkê Mûsilê.”

Memozînî da xuyakirin, ku ev karê DAIŞê gelek metirsîdar e û piştî kontrola Mûsilê dê bibe sedema derketina arîşe û aloziyan.

Wî berpirsê PDKê herwiha destnîşan kir: “Ev karê DAIŞê xeterek mezintir li ser deverên Kurdistanî û cihên Kurdnişîn ên sînorê vê aprêzgehê çêdike, çimku her malbateke Kurd ji sînorê bin destê DAIŞê reviyabe, malbateke ereb li cihê wan û li ser mulkên wan hatiye danîn.”

Rudaw
Top