Ji Rûsya peyam: Bila Kurd biryara xwe bidin!
Rûsya yek ji wan welatan e ku li ser asta siyasetmedar, rewşenbîr û xelkê asayî piştevaniyeke mezin ji doza Kurd bi giştî û mijara serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin.
Yek ji kesatiyên herî giring û siyasetmedarê xuya yê Rûsya, Serokê Partiya Lîberal Demokrat a wî welatî Vadimir Jirinovskî ye, ku di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew dixwazin Kurd bi xwe biryarê li ser qedera xwe bidin.
Vladimir Jirinovskî di konfranseke rojnamevanî de bersiva pirsyarake peyamnêrê Rûdawê ya derbarê Serxwebûna Kurdistanê û helwesta Rûsya li hember wê yekê de ragihand, ku ew li ser helwstên xwe yên li hember gelê Kurd û piştevanîkirina wan berdewam e.
Jirinovskî got: “Pêwîst e Kurd xwediyê otonomiyeke herî berfireh be da ku iman û kultura xwe biparêze, lê belê eger hûn wê yekê naxwazin, hinge hûn bi xwe dikarin biryar bidin. Em naxwazin ji Kurdan re bêjin, wisa bikin û wisa bijîn, belku em dixwazin gelê Kurd ku 100 sal e di êş û zehmetiyê de dijî, bi xwe biryar li ser çarenivîsa xwe bidin.”
Lê ji aliyekê din ve pêwendiyên bihêz ên Rûsya li gel welatên ku Kurd bi ser wan de hatine dabeşkirin, pirsgirêkek mezin e li pêşiya wî welatî, eger ku bixwaze piştevaniyê li serxwebûna her parçeyekê Kurdistanê bike.
Nivîskar û siyasetmedar Pavel Danelin derbarê vê yekê de ji Rûdawê re axivî û got: “Niha Kurdistana Iraqê dikare hêviya wê yekê hebe ku serxwebûna xwe bi dest bîne, ev yek jî bi piştgirêdan bi wan helwestên erênî yên hejmarek ji dewletên zilhêz ên cîhanê ku li hember Kurd hene, wek Rûsya, Çîn û Amerîka.”
Rûsya bi fermî ne dijatiya xwe û ne jî piştgiriya xwe bo serxwebûna Kurdistanê ranegihandiye, lê belê li ser asta serokê wî welatî û rayedarên din, gelê Kurd wek geleke wêrek û qehreman hatiye binavkirin û piştevaniya xwe bo gelê Kurd anîne ziman.
Pavel Danelin herwiha dibêje: “Em dikarin bêjin, Rûsya helwesteke gelek nerm heye li ser vê mijarê. Ji ber wê jî gelê Kurd bi şêweyeke pratîkî derfeta wê heye ku serxwebûna xwe bi dest bîne.”
Rudaw
