Ban Ki-moon: Pêkanîn DAIŞ'ê yên li dijî êzdiyan qirkirin e
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Ban Ki-moon ragihand ku pêkanînên ku DAIŞ’ê li Şengalê li dijî êzdiyan pêk aniye, tewanekî li dijî mirovahiyê û qirkirineke komî ye.
Ban Ki-moon bang li Bexdayê kir ku hesab ji kesên ku sedema van komkujiyan e, bixwaz e.
DAIŞê 3’ê Tebaxa 2014’an êrişî bajarê kurdên êzdî Şengalê kiribû û di encamê de bi hezaran kurdên êzidî hatibûn qetilkirin û bi hezaran jî hatibûn revandin. Piştî salekê Şengal ji aliyê hêzên kurdî ve hatibû rizgarkirin û herwiha nêzî 3 hezar êzdî jî ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin.
Basnews
