Kurdistanê zêdetirî 14 milyon bermîlan petrol firot
Duhînê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta meha Tîrmehê ya hinardekirina petrolê û dahata xwe aşkere kir.
Li gorî vê raportê, di meha borî de Herêma Kurdistanê 14 milyon û 176 hezar û 761 bermîlên petrolê bo bazarên derve şandiye.
Di raportê de herwiha hatiye gotin, dahata Herêma Kurdistanê ji petrolê di meha Tîrmehê de 461 milyon û 196 hezar û 477 dolar bûye, lê belê piştî derxistina xerciyan, tenê 389 milyon û 757 hezar û 229 dolar bi next hatiye wergirtin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê aşkere kiriye, ku Kurdistanê rojane 457 hezar û 314 bermîlên petrolê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê firotiye.
Her li gorî raportê her bermîleke petrola Herêma Kurdistanê jî bi nirxê 32 dolar û 35 sentan hatiye firotin.
Rudaw
