• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê Berevaniya Iraqê bersiva wî peyayê Sedam ê ku êrişî kurdan kiribû, da

Gulan Media August 5, 2016 Nûçe
Wezîrê Berevaniya Iraqê bersiva wî peyayê Sedam ê ku êrişî kurdan kiribû, da
Wezîrê Berevaniya Iraqê bersiva berpirsê îstixbarata serbazî yê Iraqê di dema Sedam Husên de da û got, ew bixwe jî tevlî operasyona enfalkirina kurdan bibû!

Çend roj berê, berpirsê îstixbarata serbazî yê Iraqê di dema rêjîma Sedam Husên de, Wefîq Samerayî êrişî kurdan bi taybet Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû û îdia kiribû, operasyonên efanlkirin û kîmyabarana kurdan, derew in, tenê Barzanî behsa wê yekê dike!

Li hember wan gotinên Samerayî, Wezîrê Berevaniya Iraqê Xalid Ubeydî ji televîzyoneke iraqî re axiviye û bersiva wî daye.

Xalid Ubeydî gotiye, mafê Samerayî tine li ser mafên gelên Iraqê qise bike, çimkî ew tenê dizane mirovan îşkence bike û wan îdam bike, ji xeynî vê yekê tiştekî din nizane!

Ubeydî her wiha gotiye, ew zilamê Beisî tevlî operasyona efalkirina gelê Kurdistanê bibû û kurd dikuşt.

Wezîrê Berevaniya Iraqê her wiha ragihandiye, ewê belgeyên li ser Samerayî belav bike da ku xelk bizane Wefîq Samerayî kî ye!

Wefîq Samerayî, ku heyamekê bibû şêwirmendê taybet ê Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî, piştî ku dadgeha Iraqê fermana girtina wî da, ji Iraqê reviya.

Basnews
Top