Erdogan bo Amerîkayê: Zêde dirêj nekin
Erdogan ji televizyona dewletê TRTê re axivî û daxuyand ku ji bo radestkirina Gûlen dê wezîrên dadê û yê karên derve li gel şandekê herin Washingtonê, behsa Gûlen ji berpirsên Amerîkayê re bikin.
Erdogan di berdewama axaftina xwe de got: “Amerîkayê daxwaza kîjan terorîstê kiribe, me radestkiriye. Me negot bo me belgenameyan bişînin. Niha em jî ji wan re dibêjin; werin vî karî zêde dirêj nekin.”
Serokomarê Tirkiyê behsa egera reva Gûlen ji Amerîkayê jî kir ku got ku heger bireve dê Amerîka çawa vê rewşê rave bike?
Gûlen bersiva tometan da
Ji aliyê din vce Fthûllah Gûlen jî bi daxuyaniyek nivîskî li hember biryara girtina xwe de nerazîbûn nîşanda.
Li gor nûçeya ajansa AFPê Gûlen gotiye ku li Tirkiyê sîstema dadweriyê ne serbixwe ye û biryara girtina derbarê wî de jî nîşana wê yekê ye ku Erdogan ji demokrasiyê dûr ketiye.
Fethûllah Gûlen îdîayên derbarê xwe de ku destpêşxeriya darbeyê kiriye, red kir û got ku wî berî gelek caran darbe şermezar kiriye.
Rudaw
