• Sunday, 22 February 2026
logo

Partiyên Îslamî yên Kurd eniyek hevbeş ava dikin

Gulan Media August 5, 2016 Nûçe
Partiyên Îslamî yên Kurd eniyek hevbeş ava dikin
Partiyên Îslamî yên Başûrê Kurdistanê hewla avakirina eniyek hevbeş didin. Pêngava yekem jî dê bibe yekxistina komên li Parlamentoya Kurdistanê be.

Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ji bo avakirina eniyek hevbeş, gotûbêjan dikin.

Endamê Serkirdetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hecî Karwan ji Rûdawê re ragihand: “Di herdu civînên Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Selahadîn Bahadîn û Sekreterê Giştî yê Komela Îslamî Elî Bapîr de behsa yekgirtina her sê partiyên Îslamî kirine.”

Hecî Karwan diyar kir ku gehiştine wê biryarê ku komên hersê partiyan ên Parlamentoya Kurdistanê bêne yekkirin.

Bi avakirina eniya Îslamî, Parlamentoya Kurdistanê li ser sê komên bihêz dabeş dibe.

Herwiha ev pêngav rê vedike ku partiyên Îslamî di hilbijartênên pêş de bi lîsteyekê beşdarê hilbijartinan bibin. Serokê Koma Tevgera Îslamî di vê derbarê de dibêje; “Yekgirtina komên Îslamî daxwazek îlahî ye.”

Partiyên Îslamî dixwazin bi vê gavê, hilbijêrên xeyîdî jî aş bikin ku di hilbijartinên berî de ji ber perçebûna Îslamiyan deng nedidan wan.

Bi vî awayî çaverê dikin ku di hilbijartinan de hejmara kursiyên xwe zêde bikin.

Rudaw
Top