• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokerkanê Artêşa Amerîka: Kurd amadene dewleta serbixwe rabgehînin

Gulan Media August 5, 2016 Nûçe
Serokerkanê Artêşa Amerîka: Kurd amadene dewleta serbixwe rabgehînin
Li gorî girteyek video, Serokerkanê Nû yê Artêşa Amerîka Joseph Danford di persiva pirsiyarek du sînatorên Amerîkî de dibêje ku, Kurd ji aliyê aborî û leşkerî ve amade ne ku dewleta serbixwe ragihînin, herwiha dibêje ku, Pêşmerge karîkertirîn hêze li Iraq û Sûriyê.

Roja 9 Temûza borî, di civînek Encûmena Pîrên Amerîka de Joseph Danford di bersiva sînatorekî Amerîkî de derabrê dabeşkirina Iraqê bo 3 dewlet dibêje: “Na xêr Iraq bi tenê amadeye ku were dabeşkirin bo ser du welatên serbixwe, Kurdistan û dewleta Şîe, jiber Sunne ne amadene ku bibin dewlet.”

Joseph Danford got jî: “Niha Kurd bi hêztirîn û karîgertirîn hêze li Iraq û Sûriyê, vê dawiyê jî hêzên me ew rahênan kirin.”

Navborî dibêje jî ku ew dê bi xwe serdana Herêma Kurdistanê bike û dê ji nêzîkve li ser pêdawîstiyên Pêşmerge yên leşkerî û lojstîk ve raweste.

Doh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Duhokê ragehand ku dema serxwebûna Kurdistanê hatiye.

Basnews
Top