• Sunday, 22 February 2026
logo

5000 Kurdên Bakur koçberî Başûrê Kurdistanê bûne

Gulan Media August 5, 2016 Nûçe
5000 Kurdên Bakur koçberî Başûrê Kurdistanê bûne
Ji ber şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê zêdetir ji 5 hezar welatiyên Bakurê Kurdistanê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne û zêdetirî 22 salan e ku di 4 kampên li parêzgeha Duhokê de hatine akincîkirin.

Beşek ji wan koçberan zêdetirî 20 salan e ku li Başûrê Kurdistanê ne, lê belê hêj nasnameya Iraqê bi wan nehatiye dan.

Welatiyên Bakurê Kurdistanê dibêjin, bi sedema nebûna nasnameyê zarokên wan piştî ku xwendina xwe bi dawî dikin, bawerînameyên xwe yên xwandinê li malê didanin û bo dabînkirina debera jiyana xwe wek karker kar dikin.

Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, ew kesên ku hevwelatiyên Iraqê nînin, piştî ku 10 salan li Iraqê amn, dikarin nasnameya Iraqê werbigirin, lê belê ew yek bo koçberên Bakurê Kurdistanê nehatiye kirin.

Rudaw
Top