• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî bi belê jibo azadkirina deşta Nînowa dilê Kirîstiyanan şadkir

Gulan Media August 4, 2016 Nûçe
Barzanî bi belê jibo azadkirina deşta Nînowa dilê Kirîstiyanan şadkir
Belê ya ku doh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser azadkirin deşta Nînowa ji çekdarên DAIŞê da nişteciyên kirîstiyan dilxweşkir.

Serokê Rêkxistina Suraya Newzad Polis ji BasNews re ragehand: “Belê ya doh 3 Tebaxê Serok Barzanî ew di boneya duyemîn salvegera kareset Şingalê de da, dilê hemû Kirîstiyanên Kurdistanê xweşkir û em hêvîdarin ku bi zûtirîn dem ew pirose destpêbike.”

Polis got jî: “Niha hejmara koçberên kirîstiyan ku hatine Herêma Kurdistanê dora 130 hezar kesin, jibilî 170 hezar kesên din ku koçberî devrin din bûne.”

Di sala 2015 de Barzanî bi xwe serperştiya Hêzên Pêşmerge kir jibo azadkirina Şingalê ji destê çekdarên DAIŞê û doh di merasîma duyemîn salvegera kareseta Şingalê Barzanî belê kirîstiyanan jî jibo azadkirina navçeyên wan.

Deşta Nînowa yek ji mezintirîn deverên ku pêkhateyên cuda yên Kurdistan û Iraqê lê dijîn, Kirîstiyan bi rêjeya 47% xelkê wê deştê ne, di 6 Tebaxa 2014 de çekdarên DAIŞê ew navçe dagîrkirin û tawanên hovane bi ser pêkhateyên cuda anîn.

Basnews
Top