• Sunday, 22 February 2026
logo

Sekreterê Giştî yê Encûmena Ewropa serdana HDPê kir

Gulan Media August 4, 2016 Nûçe
Sekreterê Giştî yê Encûmena Ewropa serdana HDPê kir
Hevseroka PArtiya Demokratiya Gelan (HDP) Figen Yoksedax ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Ewropa Soryorn Jagland li parlemenê Tirkiyê civiya.

Îro 4 Tebaxê, Hevseroka HDPê Fîgen Yoksedax ragehand: “Hemû pêkhateyên parleman û helwêsta hemû gelên Tirkiyê hişt ku kûdetaya leşkerî têkbişkê, lêbelê heta niha jî pêwîstiya Tirkiyê bi pêşxistina demokrasiyê ve heye, ev yek pêwîstiyek serekî ye.”

Hevseroka HDPê berî civîna xwe bi Sekreterê Giştî yl Encûmena Ewrop di daxuyaniyek rojnamevanî de ragehand ku, ew xeşhalin bi serdana Soryorn Jagland û piştevaniya wî bo Tirkiyê beramberî hewldana kûdetaya leşkerî “Ev yek gelekî watedar û bi nirxe”.

Fîgen ragehand ku, helwêsta wan wek helwêsta hemû partiyên di nav parleman de eşkere û zelal bû beramberî kûdeta.

Herwiha got: “Di piroseya demokratiyê de em bi girîngiyek mezin li pêwendiyên xwe ligel Ewropa re dinerin, hewldana pêşxistina demokrasiyê jibo hemû gelên Tirkiyê ji aliyê Encûmean Ewropa chê spasiyê ye û em wê bilind dinrxînin.”

Ji aliyê xwe ve Soryorn Jagland xweşhaliya bi civîna ligel HDPê anî ziman û diyar kiri ku HDPê deng û hêzek ssiyasî ye li Tirkiyê û xwedê pêgeyekî girînge.

Basnews
Top