Guhertina çend berpirsên Asayişa Germiyan dibe sedema nakokiyan di nav polîtburoya YNKê de
Li gorî zaniyariyên BasNews li ser daxwaza Endama Polîtburoya YNKê Hêro Iberhîm Ehmed biryarbû ku, Cîgirê Rêvebrê Asayişa Germiyan Newşêrwan Ehmed bibe bi Rêvber ji dêvla Mihemed Elî Şasiwar ku niha Rêvebere, lêbelê nakokî derketin holê.
Beramberî hewldana Hêro Ehmed,Endamê POlîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî piştevanî li mana Mihemed Elî Şasiwar kir, li ser vê bûyerê doh 2 Tebaxê Mehmûd Sengawî bi serkirdeteyê YNKê Ednan Heme Mîna ligel Rêveberê Asayişa Germaiyn civiya.
Li ser vê yekê Endamê Serkirdayetiya YNKê Mistefa Çawreş ji BasNews re ragehand: “Min bi riya ragehandinê bi vê nûçeyê bihîztiye, lêbelê heger herdu aliyan daxuyanî lidijî hev kiribin, lewam dê nakokî hebe, lê nakokî li ser çiye û çawa dê çareser bibe? em nizanin.”
Beramberî hewldanên dûrkirina wî ji kar û posta wî Emîd Mihemed Elî Şasiwarî daxuyaniyek belavkir: “Tişê ku cihê nerazîbûna mine şêweyê biryarê û dana biryarê ye, piştî 30 ji xizmetê ew biryar bêyî min derkeve û ez li devî welatbim jibo wergirtina çareseriya pizîşkî, jiber vê ez dest ji posta xwe bernadim bi vî şêweyê ha.”
Herwiha tekez dike: “Bi riyê wan xwestine ku rêzê ji min û qurbaniyên malabta min re nehêlin, yek car ne cihê qebûlê li cemin bi vê nerêziyê pêwendiyê ligel min bikin, lêbelê bi şêweyekî ku rêz a min were parastin û girtin ez amade me hemû core qurbaniyekê bidim.”
Ev yek di demekê de tê ku, hejmarekî din jî ji rêveberên Asayişa Germaiyan têne guhertin û kesên ser bi basikê Hêro Ehmed ve têne danîn.
Basnews
