Osman Ocalan: Take çareserî jibo karesetên wek a Şingalê dûbare nebin Serxwebûna Kurdistanê ye
Îro 3 Tebaxê, Osman Ocalan ji BasNews re ragehand: “Rewşek nû li Rojhilata Navîn durust dibe, heger Kurd vê derfetê jidestê xwe bidin wê careke din Kurd jiyanek tarî û reş bijîn, jiber pilan jibo dagîrkieina Kurdistanê berdewamin, êrîşa DAIŞê ya 3 Tebaxa 2014 bo ser Kurdistanê û bitaybet Şingalê jibo wê aramncêbû ku, Kur negihên mafê xwe cînosayid bi sere Kurdên Êzidî pêkanîn jibo Kurd nebin dewlet, heger kurd nebin dewlet gerentî nîne careke din karesetên bi rengî dûbare nebin.”
Herwiha got: “Heger dewleta Kurdî durust nebe, cînosayid û Şingalekî din li pêşiya kurda ye, bi dagîrkirina Şingalê DAIŞê xwest peyamekê bighîne gelê Kurd ku, ew dixwazin gelê Kurd tinebikin.”
Ocalan got jî: “Divê vê care Kurd hêza xwe bikin yek, ti alî nebêje destkeftiyên min bêhtirin, divê hemû jibo bidestxistina dewletê karbikin, jiber dewleta Kurdistanê ew dê hemû alî û welatiyan biparêze û dê nasnameya gelê Kurd bi xelkê û cîhanê bide nasîn û parastinê.”
Basnews
