Heşda Şeibî: Di şerê Mûsilê de pasdarekî Îranê dê fermandehiya hêzên Iraqî bike
Berdevkê Heşda Şeibî, Ehmed Esedî ragihandiye, milîsên şîe dê tevlî operasyona Mûsilê bibin û daye zanîn, fermandeyê hêza Quds a pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî jî dê di wî şerî de fermandehiya wan bike.
Li hember de, parlamenterê Iraqê û alîkarê serokê Lêjneya Asayiş û Berevaniya Parlamentoya Iraqê, Hamid Mutleg dibêje, gelek fermande û efserên jêhatî yên Iraqê hene, bila ew fermandehiya şerê Mûsilê bikin ne pasdarên Îranê.
Hamid Mutleg ji rojnameya Şerq El Ewset re daye zanîn ku Qasim Suleymanî bi rêya deriyê sînorî yê Muneriyê li hinda Xaneqînê re derbasî nav xaka Iraqê bûye ji bo ku tevlî şerê Mûsilê bibe.
Rojnameya Şerq El Ewset beriya niha jî ragihandibû, Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûr û di nav xaka Başûr de kampek ava kiriye û di wê kampê de milîsên şîe yên Iraqê ji şerê Mûsilê re amade dike.
Basnews
